PAJK: 15’ê Tebaxê rabûna li ber înkarê ye

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got:
“15’ê Tebaxê rabûna li ber înkarê, berxwedana li dijî zilmê û îradeya hebûnê ya li dijî qirkirinê ye.
15’ê Tebaxê helwesta azadiyê ya jin, ciwan û gelên berxwedêr e.”

Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek ji bo salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê weşand.

PAJK’ê di şexsê fermandarê efsanewî hevrê Egîd hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî.

PAJK’ê pênagava 15’ê Tebaxê wiha pênase kir:

“15’ê Tebaxê rabûna li ber înkarê, berxwedana li dijî zilmê û îradeya hebûnê ya li dijî qirkirinê ye.

Fîşeka destpêkê ku bi pêşengiya fermandar Egîd li dijî koletiyê hate teqandin, sîstema serwer ji binî ve hejand.

Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê afirand, jin gihand şoreşê.”

PAJK: Gerîlayên azadiyê li dijî her cûre şer li ber xwe dan

Koordînasyona PAJK’ê balê dikşîne ser girêngiya pêngava 15’ê Tebaxê û ev nirxandin kir:

“Di nava 39 salan de girîngiya xwe ya dîrokî hîn baştir hate fêhmkirin û pêwîstiya pê bêhtir misoger bû.

Çalakiyên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê bi biryardariya bi serxistina sala 40’emîn dewam dikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi tecrûbeya gerîla ya 39 salan tevgera gerîla nû kirin, dewlemend kirin.

Li dijî her cûre taktîkên şer ên bêpîvan ên serdemê bi rengekî bêeman li ber xwe didin.”

PAJK: Gerîlayê fedaîbûyî gelê fedaîbûyê afirand

PAJK’ê di berdewamî de dibêje, Gerîlayê fedaîbûyî, gel ê fedaîbûyî afirandiye û wiha bi dawî kir:

“Çemê bingehîn ê şaristaniya demokratîk careke din derketiye ser dika dîrokê.

Têkoşîna ku bi pêşengiya jin û ciwanan sedsalê dike serdema azadî û demokrasiyê, hîn xurt bûye.

Li dijî desthilatdariyên netewe dewlet û kapîtalîzmê, şensê serketinê yê gelan ji her demê zêdetir bûye.

Lewma wezîfeya me ya bingehîn e ku em pêngava xwe ya şoreşgerî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ser bixînin.”

KJK: Di serî de jin û ciwan divê her kes bi xurtî tev li bibin

Back to top button