Hevrîn Xelef li herêma Ferat û bajarê Minbicê hat bibîranîn

Hevrîn Xelef di salvegera 2’yan a şehadeta xwe de, li herêma Ferat û bajarê Minbicê hat bibîranîn.

2 sal li ser Şehîdxistina sekretera Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef re derbas dibin.

Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo bîranîna sekretera xwe, çalakî li dar xist.

Partiyê li herêma Firatê û bajarê Minbicê, bi amadebûna bi dehan ji endamên partiyê, bi daxuayaniyên cuda Ş. Hevrîn Xelef bi bîr anîn.

Di daxuyaniyan de de hate gotin, Ş. Hevrîn ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê dixebitî û şehîdxistina wê li dijî hemû pîvanên mirovahiyê ye.

Dibe ku dagirker karibin jiyana Hevrîn bi dawî bikin, lê belê nikarîbûn rêwîtiya wê ya têkoşînê bi dawî bikin.

Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiyê de soza şopandina riya Ş.Hevrîn û hemû şehîdên berxwedanê da.

Hat diyar kirin ji ber sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêmê pêk anîne wê hesab were xwestin.

Back to top button