Nuray Çevîrmen: Ji serê salê heta niha 62 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û da zanîn ku ji serê salê heta niha 62 girtîyî jiyana xwe ji dest dane û pergala Tirkiyê veguheriye rejîma hepskirinê.

Tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehên din kiriye.

Ev bandor bi mirinên guman û binpêkirinên din ên mafan re gihiştiye astek dijwar.

Bertekên li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin û desthilatdarî jî di vê mijarê de yek gavekê navêjin.

Têkildarî mijarê, Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) Nuray Çevîrmen nirxandin kir.

Nûray da zanîn ku ji serê salê de 62 girtîyî jiyana xwe ji dest dane û got:

30 kes ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan.

Gelek girtiyên jiyana xwe ji dest dane piştî înfaza wan hatine taloqkirin şûnde jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber derfetê dermankirinê nedan wan û hatin sînorê mirinê.

Nûray Çavîrmen daxuyakirin Saziya Tipa Edlî tevî hemû daneyan raporên dikare girtî bimîne dide û wiha bi lêv kir:

Ev jî dibe sedema ku girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin.

Wezareta Dadê ku divê pergala înfazê bimeşîne, mixabin pêk nayne.

Pergala li Tirkiyê veguheriye rejîma hepskirinê.

Niha hejmara girtiyan her diçe zêde dibe. Di ser 326 hezarî de girtî hene. Di her aşkerakirina îstatîstîkan de çend hezar zêde dibin.

Nuray Çevîrmen: Girît bi tena serê xwe tên tecrîdkirin

Nûray bal kişand ser girtîgehên ewlehiya bilind ên nû hatine çêkirin û wiha anî ziman:

Girtî li vir tenê tên tecrîdkirin. Tecrîd pirsgirêkek girîng e. Zirarên mezin dide girtiyan.

Divê Tirkiye qanûnên xwe û peymanên navneteweyî pêk bîne.

Li şûna girtî bên tehliyekirin tên girtin. Li girtîgehê jiyan ne hêsan e, her cureyê binpêkirina maf tê jiyîn.

 

Back to top button