Kongra Star êrişa li ser dibistanê ku 32 zarok hatin kuştin şermezar kir

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star êrişa li ser dibistaneke Kabûlê a Efganistanê şermezar kir ku 32 zarok tê de hatine kuştin.

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star, têkildarî êrişa li dijî dibistanê ya li paytexta Efganistan Kabûlê ku 32 zarok hatin qetilkirin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de işaret bi êş û azara giran a gelên Efganistanê ya di bin desthilatdariya Talîbanê de hate kirin û got: “Bi navê Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star em vê bûyerê şermezar dikin ku di sedsala 21’ê de zarok bêewle ne û ji perwerdeya xwe bêpar dimînin.

Komîteyê di dawiyê bang li UNICEF kir ku mafê zarokan yê jiyan û perwerdekirinê biparêzin.

Back to top button