Komîteya Şilêr destdirêjiya li zarokeke 13 salî a li Efrîna dagirkirî şermezar kir û diyar kir ku roj bi roj sûcên li dijî zarokan zêde dibin, lê rola saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî nayê dîtin.
Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan bi daxuyaniyekê sûcên li dijî zarokan şermezar kir û got:
Rojane daxuyanî têkildarî sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker tên eşkerekirin, lê tu guhertinê li du xwe naynin.
Li herêmên dagirkirî sûc û kiryarên li dijî zarokan dewam dikin û rojane zarok tên kuştin û destdirêjî li wan tê kirin.
Komîteyê bal kişand ser bûyera dawîn a destdirêjiya li zarokeke 13 salî û got:
Ev bûyer ne yekemîn e, rojane têne dubarekirin.
Divê saziyên mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û li hemberî kuştin û destdirêjiya li zarokan helwesta xwe diyar bikin.