Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir.
Li gorî nûçeya Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan:
Çeteyên Koma “Hemzat” destdirêjî li zarokeke 13 salî kir.
Ev yek li gundê Ciwêq ê Efrînê pêk hat.
Bavê zaroka 13 salî nabîne ango kore û dayika wê jî nexweşe.
Bihinceta ku wê alkariyê pêşkêşî wan kin çeteyan ew zarok bir.
Piştî destdirêjiyê wê zarokê kirin ew vegerandin mal û reviyan.
Di 6’ê Gulana 2023’yan de jî li navçeya Şiyê destdirêjî li zarokeke 10 salî jî hat kirin.
Di hefteyekî de li Efrînê destdirêjî li 2 zarokan hate kirin