Wezîrê Karê Hindir ê Iraqê Osman Xanmî serdana Şengalê kir

Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Osman Xanmî bi şandek leşkerî ve gihişt Şengalê.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Wezareta Karê Hindir ya Iraqê, Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Osman Xanmî bi şandek fermandarên artêşa Iraqê re serdana Şengalê kir.

Hat zanîn ku Osman Xanmî bi fermandarên leşkerî ên Iraqê yên derdora Şengalê re civiyaye.

Heya niha ti daxuyaniyek ji Rêveberiya Xweser ya Şengalê derbarê mijarê de nehatiye dayîn.

Nayê zanîn bê ka wê Osman Xanmî bi nûnerên xelkê Şengalê re wê bicive yan na.

Back to top button