Di teqîna erebeyek li Efrînê de çeteyek hat kuştin 3 jî birîndar bûn

Dagirkeran li navçeya Cindirêsê û Raco yên Efrînê du jin û zarokek di nav de çeteyan 4 sivîl revandin. Li gundên Efrînê jî 145 darên zeytûnê birîn. Her weha li naveda Efrînê di encama teqîna erebeyekê de çeteyek hat kuştin û 3 jî birşndar bûn.

Li Efrîna dagirkirî, nearamî serewere.

Îro, li bajarê Efrînê li ser rêya Tirindê ya li taxa Eşrefiyê, teqînek pêk hat.

Li gorî malpera Afrinpost, erebeyek bombebarkirî li ser bendeke kontrolê yê çeteyan teqiya.

Di encama teqînê de çeteyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

ji navçeya cindirêsê du jin û zarokeke berşîr hatin revandin

Tevî vê li Efrîna hatî dagirkirin, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her diçe zêde dibe.

Rêxstina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî ragihand ku li navenda Cindirêsê çeteyan bi ser mala jineke temen mezin girt û du jin û zarokeke berşîr revandin.

Li gorî Rêxsitinê, jina temen mezin a bi navê Xalîde Ibrahîm û keça wê ya bi navê Henei هناء û Keça Henei ya berşîr hatin revandin û heya niha jî çarenûsa wê malabatê nediyar e.

Ji gundê Hec Xelîl ê Raco sivîlekî 50 salî hat revandin

Li navçeya Raco jî çeteyan şêniyê bi navê Hisên Henan Reşîd ê 50 salî yê ji gundê Hec Xelîl revand.

Li gorî heman rêxsitinê, bi bihaneyên ne rast şêniyê 50 salî ber bi cihekî ne diyar ve hat revandin.

Li gundê Tirndê û navçeya Raco 145 darên zeytûnê hatin birîn

Li aliyekî din, çeteyên Tirkiyê ji bo bazarganiya êzigan 145 darên zeytûnê li gundên Efrînê birîn.

Rêxstina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî diyar kir ku li gundê Meydan Ekbez ê Raco, çeteyan 70 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Şêxmûs Ebdo birîn.

Li gundê Tirindê yê Efrînê jî çeteyan 75 dar yên şêniyên bi navê Cemîl Mihemed û Hesen Mihemde birîn.

Back to top button