Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê destpêkirina meha Remezanê peyameke pîrozahiyê da.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê meha Remezana li mislimanên Sûriyê û cîhanê pîroz kir.
Rêveberiya Xweser di peyamê xwe de hêvî kir ku ev meh bibe meha dilovanî û aştiyê û bi xêr û bereket di ser tevahiyan re derbas bibe.
KCK: Bila Misilmanên Rojhilata Navîn di nava yekîtiyê de têkoşînê bikin
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê jî têkildarî meha Remezanê peyamek weşand.
KCK’ê di peyama xwe de bang li Misilmanên li Kurdistanê û hemû Misilmanên li Rojhilata Navîn kir ku di nava yekîtiyê de têkoşînê bikin.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê diyar kir ku xebata ji bo demokrasiyê yek ji qenciyên herî mezin e.



