TEV-ÇAND Ewropayê ji ber koça dawî ya dengbêj Feyzoyê Rizo sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest û got, “Hem tevgera me hem çanda resen a stranbêjiyê endamekî xwe yê paqij û dilnizim wenda kir.”
Tevgera Çandê ya li Ewropayê (TEV-ÇAND Ewropa) ji ber koça dawî ya Feyzoyê Rizo peyameke sersaxiyê weşand û wiha hate gotin.
“Feyzoyê Rizo ku ji malbateke hunermend û çandparêz dihat, weke pira navbera nifşê kevin û yê nû yên dengbêjiya gelêrî de bû.
Di şahî û pirozbahiyên neteweyî de cih digirt.
Ew endamekî xwezayî yê Tevgera me ya Çand û Hunerê bû û heya roja dawî dilsozekî têkoşîna azadiyê bû.
Bi koçkirina wî re hem tevgera me hem çanda resen a stranbêjiyê endamekî xwe yê paqij û dilnizim wenda kir.
Bi kesayetiya xwe ya dilovan û dilnizm, bi hunera xwe ya resen ew ê her dem nirxekî me yê giran buha bimîne.
Serê malbata wî, hezkiriyên wî û serê gelê Kurdistanê sax be.”