Li herêma Cizîrê 14 bikarhêner û bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Cizîrê di operasyonan de 14 firoşkar, bikarhêner û bazirganên madeyên hişbirê girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya pêngava “Tolhildana Şehîdên Hêza Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê” de xebatên xwe zêdetir kirine.

Di vê çarçoveyên de, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dauxyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Di çend rojên derbasbûyî de hêzên me yên li dijî madeyên hişbirê li bajarên Hesekê û Qamişlo bi ser gelek malan û navendên firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbir de girtin.

Di encama operasyonan de 14 bazirgan hatin girtin û gelek madeyên bi wan re jî hatin desteserkirin.

Hêzên me ew û tiştên hatine desteserkirin radestî Dozgeriya giştî kirin da ku tedbîrên qanûnî li dijî wan bên girtin.”

Back to top button