Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Belçîkayê hevdîtinan dike.
Şandeyê bi 2 parlamenterên Belçîkî re li avahiya Parlamentoya federal li Brukselê civiyan.
Di civînê de êrişên dewleta Tirk hatin niqaşkirin.
Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi 2 parlamenterên Partiya Vlaams Belang a Belçîkayê re li avahiya Parlamentoya federal li Brukselê civiyan.
Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Belçîkayê Hozan Ehmed pêk hat.
Di şandeya Belçîkî de jî Aline Samin û Joris De Vriendt hebûn.
Di civînê de, Dr.Ebdulkerîm Omer bal kişand ser rola Rêveberiya Xweser a di têkbirina DAIŞ`ê de û wiha got:
Ebdulkerîm Omer: Tirkiye rojane êriş dike û li herêmên dagirkirî qirkirinê didomîne
“Şervanên QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê fedakariyên mezin nîşan dan.
Lê hîn jî bi hezaran hene ku li ser fikr û îdeolojiya wê ya tundraw perwerde dibin.”
Omer diyar kir ku ji bo ku rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bê girtin û çeteyên girtî bên darizandin pêwîst e civata navneteweyî berprisyariyên xwe bîne cih û piştgiriya Rêveberiya Xweser bike.
Omer îşaret bi êrîşên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha domand:
“Hedefgirtina binesaziyên li herêmê bû sedema zirarên madî yên mezin.
Bi milyonan welatî ji xizmetan mehrûm bûn û bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”
Ebdulkerîm Omer da zanîn ku dagirkeriya Tirk tevî êrişên rojane yên li ser herêmê, li herêmên dagirkirî jî siyasetên xwe yên hovane û qirkirinê didomîne.
Parlamenterê Belçîkî Aline Samin sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Parlamenter Aline Samin êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermzar kir.
Aline Samin da zanîn ku Rêveberiya Xweser gefa ewlehiyê a çeteyên DAIŞ’ê li ser cîhanê bi dawî kir wiha got;
“Em tev minetdarên we ne. Em teqez dikin ku em ê piştgiriya we bikin.”
Parlamenter Aline Samin bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê rawestînin û piştgiriya Rêveberiya Xweser û hewldanên wê yên avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ`ê bikin.