Navenda Jineolojiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê ji bo parastina aborî û xurtkirina aboriya komînal panelek li dar xist.
Di panelê de biryarên girîng ji bo pêşxistiya aboriya komînal hatin girtin.
Panel li hola Axîn a naveçeya Fafîn a kantona Şehbayê, bi beşdarbûna endamên Kongra Star, nûnerên Rêberiya Xweser, endamên Desteya Aborî û Çandiniyê, TEV-DEM û endamên Navenda Jineolojiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê û bajarê Helebê hat lidarxistin.
Rêveberiya aboriya jin a bajarê Şehba Xezel Hesen diyar kirku armanca lidarxistina panêlê ewe ku jin aboriya civaka xwe xurt bikin û wiha anî ziman:
Tevî zehmetî, êrîş û dorpêça hikumeta Şamê jin ji bo xurtkirina aboriyê di nava xebatê de ne.
Heta astekê jî ev xebat ber bi serkeftinê ve diçe.
Panel bi van biryaran bi dawî bû:
- Vekirina kargeheke dirunê.
- Bidawîkirina karkirina zarokan û perwerdekirina wan.
- Vekirina sûkeke gel ji bo jinan.
- Zêdekirina koperatîfan.