Ji Biden û Kazimî peyamên hevkariyê

Ji bo keşkirina danûstandinên navbera Bexda-Waşîngtonê şandeyek Iraqê bi serkêşiya Serokwezîr Mistefa Kazimî li Amerîkyaê ye. Kazimî bi serokê DYA Biden re civiya û peyamnên piştevaniyê hatin dayîn.Aliyan heta dawiya sala 2021’an li ser peywira leşkerên Amerîka ya li Iraqê lihev kirin.

Ji bo geşkirina têkliyên navbera Waşîngton û Bexdayê, 25’ê Tîrmehê şandeyek Iraqê ya bi serkêşiya Serokwezîr Mistefa Kazimî berê xwe da Amerîka.

Mistefa Kazimî doh li Ofisa Oval a Koşka Spî bi serokê DYA Joe Biden re hevdîtinek pêk anî.

Joe Biden diyar kir ku ew û Kazimî demek dirêje hev nas dikin û got:

Rêveberiya min bi biryare ku têkliyên navbera herdû welatan de bihêz bike.

BIDEN: EZ BAWERIM REWŞA IRAQÊ BAŞ DIBE

Li ser pirseke gelo wê heta dawiya salê çiqas leşkerên DYA li Iraqê bimênin Biden ev bersiv da:

“Ez bawerim ku rewşa Iraqê baş dibe. Di vê rewşê de rola me ya li Iraqê, di dema pêwist de amade bin, domandina perwerdê, alîkarî dayîn, dema derketina DAIŞ’ê bikarin têk bibin ne. Lê heta dawiya salê wê weke leşker nemênin.”

Biden diyar kir ku wan di civîna kabîneyê de li gel Wezîrên Karên Derve ser mijarê axivîne û ev tişt anî ziman.

Ji bo hilbijartinên di meha Cotmehê de bi adilane pêk werin, ew niha bi hukumeta Iraqê re di nava xebatan de ne.

KAZIMÎ: EZ BI ÇAR ÇAVÎ LI BENDA XEBATA BI WE RE ME

Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî li ser navê welatiyên Iraqê spasiya Biden kir û wiha got: Birêz serok, ez bi çar çavî li benda xebitîna bi were me

Mistefa Kazimi destnîşan kir ku gelê Iraqê ji her demê bihêztir e.

Kazimî dazanîn ku ewê 3 rojan li DYA bimêne û bi endamên Kongreyê re jî danûstandinan bike.

LEŞKERÊN DYA 18 SALIN LI IRAQÊ NE

Li Iraqê ji bo paqijkirina bermahiyên DAIŞ’ê yên li welat 2 hezar û 500 leşkerên DYA hene.

Erka leşkerên DYA ji niha û pêde wê tenê ji bo perwerdekirina artêşa Iraq ya ji bo parastinê be.

Her wiha karê şêwirmendiyê be.

Ev 18 salin leşkerên Amerîka li Iraqê ne.

NAYÊ ZANÎN KA WÊ ÇIQAS LEŞKERÊN DYA LI IRAQÊ BIMÊNIN

Kazimî yê li hember DYA xwediyê nêzîkatiyek dostane ye, hewl dide ku hêza çekdarên piştevaniya xwe ji Îranê digre kontrol bike.

Di heman demê de, hikumeta Kazimî di dema êrişa DYA li ser çekdarên Îran yên navbera sînorê Iraq-Sûriyê jî bertek nîşan dabû.

Ev yek jî weke binpêkirina serweriya xaka welat binav kiribûn.

Di navbera DYA û Iraqê de tê payîn lihevkirinên li ser tenduristî, enerjî û mijarên din ên ne leşkerî pêk were.

NY xwe ji bo çavdêriya hilbijartina parlamentoyê ya Iraqê amade dike.

Amerka jî ji bo piştevaniyê 5 milyon û 200 hezar dolar pêşkêşî NY dike.

Back to top button