Kongra Star: Divê Kurd li dijî PDK’ê helwestê nîşan bidin

Bertekên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re zêde dibin.
Kongira Star bang li hemû Kurdan kir ku li dijî PDK’ê dengê xwe bilind bikin û helwesteke zelal nîşan bidin.

Nerazîbûnên li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re her roj zêde dibe.

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla şermezar kir û wiha got,

“Gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi berdêlên giranbuha destkeftiyên mezin bi dest xistine, lê dijimin û hêzên dagirker dixwazin van destketiyan tune bikin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên li dijî gerîla hate kirin û wiha hate dewamkirin:

′′Ev êriş xizmetê ji dewleta Tirk ya dagirker re dikin. Bi van êrişan wê destketiyên Kurdan, bi taybetî yên Başûrê Kurdistanê bikeve xetereyê.′′

Di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star bang li gelê Kurd û jinan kir ku li dijî êriş û hevkariya PDK’ê dengê xwe bilind bikin û helwestê nîşan bidin.

Back to top button