Li ser giringiya xebatên civakî yên dilxwazî û rola wê di xizmetkirina civakê de, li Reqayê Panelek hat li darxistin.
Panel ji aliyê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistina Tara li salona Meclisa jinan hat li darxistin.
Tê de endamên meclisên jinan û jinên di komînan beşdar bûn.
Armanca panelê ew e ku jin karibin bi xebatên dilxwazî re beşdarî qadên tenduristî, perwerde, jîngeh û çandî bibin.
Derbarê giringiya karê dilxwazî ji aliyê jinan axaftin hatin kirin û hate gotin:
Karê dilxwazî stûnek bingehîn di avakirina civakan û belavkirina hevgirtina civakî de ye.
Bi vê panelê me xwet giringiya karê dilxwazî bi jinan bidin nasîn.
Her wiha me xwest jin bi beşdarbûna nava karê dilxwaz bibin xwedî hêz û îrade.