Têkoşîna azadiyê ya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê

Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanî û Îranî li tevahiya cîhanê belav bûye.
Li Îranê zextên li ser ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dikin. Di salvegera 1’emîn a kuştina Jîna Emînî de ji bo tevlîbûna li çalakiyan bang hate kirin.

Bi Şoreşa Îslamî ya 1979’an re li gorî qanûnên şerîatê gelek mafên jinan ji wan hatin standin.

Di destpêka sedsala 20’an de di dema Şoreşa Destûra Bingehîn a 1906-11’an bi navê ‘Encûmenên Jinê’ tevgerek ji konseyên jinê yên nîv veşartî ava kir.

Mafên jinên Îranî sala 1979’an bi Şoreşa Îslamî ya Îranê re derbeke mezin xwarin.

Di dema Mahmûd Ahmedînejad de ku sala 2005’an weke Serokkomar hate hilbijartin, Polîsên Exlaqê bi navê xwe yê di Dewriyeyên Îrşad ku di kuştina Jîna Emînî de rola xwe hebû, hatin avakirin.

Ji bo van dewriyeyan ku bi wesayitên kesk digerin, erk hate dayin ku eger makyaj, nixumandin û kincên jinan guncav nebînin dikarin wan bigirin.

Piştî ku Jîna Emînî hate kuştin, li Îranê çirûska azadiyê pê ket.

Di van çalakiyên protestoyî yên Îranê de yek ji nîşaneyên herî girîng dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû.

Ev dirûşma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di çarçoveya perspektîfa azadiya jinê de bi kar tîne, li tevahiya cîhanê belav bû.

Çalakiyên şermezarkirinê yên ku piştî kuştina Jîna Emînî destpê kirin, salek li pey xwe hiştin.

Li welêt di ser 500 kesî re mirov hatin kuştin.

Dewleta Îranê bi gelek rê û rêbazên zextê hewl dide xwepêşandanan bitepisîne.

21’ê Gulana 2023’an bi navê ‘Pêşnûme qanûna piştgiriya ji bo çanda nixumandin ” ji komîsyona meclîsê derbas kir ku li gorî vê yekê kesên li gorî rêvebernameya kincên Îslamî tevnegere wê bêne cezakirin.

Li bajarê Seqizê ku warê Jîna Emînî ye, di salvegera yekemîn a kuştina Jîna de ji bo çalakî û grevê bang hate kirin.

Li gelek welatên cîhanê ji îro û pê ve wê bi pêşengiya tevgerên jin ên Kurd û Îranê çalakiyên piştevaniyê bêne lidarxistin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê û Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê KODAR’ê daxuyanî dan û ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê li gel kirin.

Dewleta Îranê jî beriya çalakiyên bîranînê dest bi girtinê kir.

Back to top button