Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de şer derket.
Di şerê derketî de 2 endamên hêzên ewlehiyê ên hikumeta Şamê birêndar bûn.
Hat ragihandin ji ber şer hin mal hatine valakirin.
Hat diyarkirin, berpirsê çeteyên Dîfa El Wetenî 400 çekdar ji bo parastina 2 nuqteyan û nuqteyeke din li nêzî rêya Tirênê amade kirine.
Di heman mijarê de, Şêwîrmendê qebîleya El-Cibûr ji Ronahî Tv re got:
Hikumeta Şamê heyvek derbas bû lê heta niha nikaribû milîsên Dîfa El-Wetenî û serçeteyê wê Ebdulqadir Hemo bê bandor bike, lewra eM derbasî çargoşeyê bûne û em ê vê rewşê bi dawî bikin.