Ednan Jaro: Rûxmî dorpêçê xebatê şaredariyê berdewam dikin

Dorpêça li ser taxên kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didome.
Ev dorpêça hikumeta Şamê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên şaredariyê asteng dike.

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ruxmî dorpêça hikumeta Şamê û qedexeya derbaskirina madeyên bingehîn û sotemeniyê, xebata xwe dewam dike.

Li ser hûrgiliyên vê yekê endazyarê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Jaro axivî û got:

“Em bi hemû hêza xwe û derfetên xwe yên kêm hewl didin xizmetê ji gelê xwe re bikin.

Ruxmî ku dorpêç bi awayekî mezin li pêş van projeyan me dibe asteng lê me Parqa, şaredariyê li Qada Cebanat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê kursî danîn, dar çandin.

Jaro wiha domand: “Par me hin xebatên sererastkirinê li qada Cebanat kirin. Me kavilên şer rakirin û Parka Arîn Mîrkan sererast kir.”

Jaro destnîşan kir ku ew dixwazin ji vê zêdetir xizmeta welatiyan bikin, cihên geştiyariyê û parkan çêkin, lê dorpêç nahêle ku van projeyên xwe bibin serî.

Back to top button