Şîlan Ehmed: Êrişên 9’ê Cotmehê dewama komployê bû

Li ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî 3 sal derbas bûn. Bi hezaran ji koçberên Serêkaniyê bi hêviya vegera bajarê xwe dijîn. Yek ji wan jî Wehîbe Temo ye û dibêje wê rojekê teqez li mala xwe vegere. Nûnera Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Şîlan Ehmed jî got êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî beşek ji komploya navnetewî bûn.

Sê sal di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibû.

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Şîlan Ehmed li ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de axifî.

Şîlan Ehmed da zanîn ku êrişên dagirkeriyê yê di 9’ê Cotmehê de beşek ji polîtîkayên komploya navnetewî ye û got; Kiryarên ku li ser vîna gelê me hatin meşandin dûrî hemû pîvanên exlaqî yên mirovahiyê bûn.

Dewleta Tirk di wê êrîşa hovana de dixwest derbeyê li vîn û têkoşîna gelê me bixe.

Şîlan Ehmed destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk ên li ser heremê didome û li hember van hemû kiryarên dijmirovî civaka navneteweyî bêdeng e.

Wehîbe Seydî Temo: Em ê teqez li Serêkaniyê vegerin

Bi dagirkeriya dewleta Tirk re bi hezaran kes ji bajarên xwe koçberiyê bûn.

Yek ji wan koçberan Vehîbe Seydî Temo ya 63 salî ye, li Kampa waşûkanî de bi cih dibe.

Di 9 cotmehê bi dagirkeriya dewleta Tirk re mal û alavên xwe li pey xwe hişt û neçar ma ku tevî zarok û neviyên xwe ji Serêkaniyê derkeve.

Dayika Vehîbe diyar kir ku li Serêkaniyê jiyaneke wan a bi rêk û pêk hebû.

Yadê Vehîbe bi hêviyeke mezin li benda roja vegera li Serêkaniyê ye .

Back to top button