Îro 2. Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqa, Tebqa, Dêra Zorê û Minbicê hate lidarxistin. Jinan di konferansê de diyar kirin dê li ser fikir û felsefeya rêber Apo rêxistinbûna xwe xurttir bikin. Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.
Konferansa 2. a Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê bi cenga azadiyê bi ser bikevin” li Reqayê hate lidarxistin.
Konferans li Hola Stada Beledî ya bajarê Reqayê û bi beşdariya 150 endamên yekîtiyê pêk hat.
Di destpêka Konferansê de Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada axivî û got: “Li gel gef û êrişan em vê konferansê li dar dixin.
Ev konferans gaveke pîroz e ku divê bi serkeftinê tacîdar bibe.”
Rîm Dada diyar kir ku di demên dawî de êrişên li ser fermandarên jin û têkoşerên Şoreşa Rojava zêde bûn, şehîd Jiyan, Zeyneb, Nagîhan û gelek têkoşerên din mînak in û armanc jê têkbirina şoreşê ye.
Rîm da zanîn ku jinên ciwan bi rêxistinbûyîna xwe dê armanca van êrişan vala derxin.
Pişt re nirxandinên rêber Ocalan ên derbarê jin û ciwanan de û rapora du salan ya xebatên yekîtiyê hatin xwendin.
Konferans bi encamnameyekê û hilbijartina rêveberî û endamên nû ên Reqa û Tebqayê bi dawî bû.
Hin xalên encamnameyê wiha ne: Bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê a ji bo azadiya rêber Apo.
Zêdekirina perwerdeyên fikrî û siyasî ên ji bo jinan.
Pêkanîna projeyên aborî yên bikevin bin xizmeta jinan û bi wan re bibe alîkar.
Vekirina perwerdeyên tenduristiyê û pêkanîna çalakiyan li dijî madeyên hişbirê û koçberiyê.