KNK -Rojava banga cezakirina kujerên şehîd Şukrî Serhed kir

Endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Merwan Hesen bang li desthilata Başûrê Kurdistanê û YNK`ê kir ku kujerên şehîd Şukrî Serhad ceza bikin. 

Merwan Hesen da diyar kirin ku PKK`ê ji bo xilaskirina Kurdan ji qirkirin, koletiyê û ji bo mafên Kurdan bi dest bixe, ava bû.

Merwan anî ziman rêveberên wê ji aliyê MIT`a Tirk ve tên armancgirtin û van pêkanîna van bûyeran li dijî rêveberên Kurdan li ser axa Kurdistanê cihê mixabiniyê ye .

Her wiha eşkere kir “AKP`ê ne tenê dijminatiya PKK`ê dike, lê belê ew hemû hêzên Kurdan ên azadîxwaz, dike armanc.”

Hesen bang li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku kujerên şehîd Şukrî Serhed ceza bikin û rê li pêşiya destwerdanên dewleta Tirk a dagirker di Başûrê Kurdistanê de bigirin.

Back to top button