Aktîvîstê mafên mirovan ê Afganî, nivîskar Tahminah Mangal, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî peyamek weşand.
Tahminah diyar kir ku li Afganistanê mafê jinan nîne, newekhevî, bêedaletî gihiştiye lûtkeyê, ji sazî û rêxistinên mafên mirovan xwest ku tedbîrên tundtir bigirin.
Tahminah Mangal, anî ziman ku li hemû cîhanê jin di nava şert û mercên dijwar de dijîn û got:
Jin di civaka baviksalarî ya Afganistanê de rastî tundiyên fîzîkî, zayendî û zagonên wan ji jiyanê dur dikin tên .
Bi hatina Taliban ser Afganîstanê re jiyana jinan dijwartir bûye.
Êdî rê nadin keç û jin biçin dibistanê, kar bikin û zewaca bi darêzorê ya keçan du qat zêde bûye.
Her çend pîrozbahiyên 8’ê Adarê bîranîna têkoşîna jinan a li dijî neheqî û newekheviyê be jî, li Afganîstanê jin ne xwedî maf in, berovajî vê yekê newekhevî û neheqî gihiştiye lûtkeyê.”
Tahminah tekez kir ku jiyan û azadî yek ji mafên bingehîn ên her mirovî ye û divê neyê paşguhkirin.