Li Tirkiyê hilbijartên giştî wê 14’ê Gulanê pêk bê

Li Tirkiyê welatî wê 14’ê Gulanê biçin ser sindoqan.
Serokomarê AKP’î Erdogan biryara hilbijartina pêşwext îmze kir.
HDP jî li dijî biryara girtina partiyê wê careke din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn AYM’ê bide.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar got: “Nayê qebûlkirin ku nediyariyeke bi vî rengî di nava hilbijêran de ava bikin.”

Li Tirkiyê êdî dema hilbijartinê diyar bû.

Serokomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan bi daxuyaniyeke çapemeniyê dema hilbijartinê diyar kir.

Hilbijartin wê beriya dema xwe di 14’ê Gulanê de were lidarxistin.

Serokomarê AKP’î Erdogan biryara hilbijartina pêşwext îmze kir

Erdogan biryara hilbijartina pêşwext îmze kir.

Li gorî dema asayî wê hilbijartin 18’ê Hezîranê pêk hatiban.

Di rewşeke wiha de li gorî Destûra Bingehîn a Tirkiyê nabe ku Erdogan careke din bibe namzet.

Ji ber ku li Tirkiyê ji bo Serokomariyê kesek herî zêde 2 caran dikare li ser vî erkî bimîne.

Bi gotineke din ev yek wê nîqaşên namzetiya Erdogan ya ji bo hilbijartinê weke xaleke sereke di rojeva welat de bihêle.

Erdogan di axaftina xwe ya piştî îmzekirina biryara hilbijartinê da daxuyakirin ku biryar wê di Rojnameya Fermî da bê weşandin.

Piştî ku biryar hat weşandin wê dema hilbijartinê ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve bê diyarkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a Tirkiyê bi fermana rejîma deshilatو hewil dide beriya hilbijartinê zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê zêde bike.

Ji ber vê yekê jî car car bi girtinê jî gefê dixwe.

Sancar: Em ê ji nûve serî li AYM’ê bidin

Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar, di bernameyeka televsiona Tirkiyê de axivî.

Sancar diyar kir ku ji bo biryara têkildarî doza girtinê taloqî piştî hilbijartinê bê kirin wê ji nûve serlêdanê bikin û anî ziman ku divê doza girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin di pêvajoya hilbijartinê de neyê lidarxistin.

Mîthat Sancar got: “Nayê qebûlkirin ku nediyariyeke bi vî rengî di nava hilbijêran de ava bikin.

Piştî ku YSK’ê pêvajoya hilbijartinê aşkere kir em ê bi hiqûqnasên xwe re binirxînin û bêyî pêvajoyê dirêj bikin em ê serlêdana xwe bikin.”

Sancar têkildarî nîqaşên “Wezareta ji HDP’ê re” wiha got:

“Bendewariyeke me ya bi vî rengî nîne, em kaşkirina nava vê nîqaşê jî weke piştzivirîneke nederbasdar dibînin.”

HDP: Di civîna bi Kiliçdaroglu re pirsa kur wê mijarek sereke be

Hemwextî vê, hevdîtina di navbera HDP’ê û namzetê serokomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdarolod deو tê mereqkirin.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Saruhan Oluç têkildarî mijarê ji Dengê Amerîka re axivî.

Oluç diyar kir ku “Em girîngiyê didin çareseriya pirsgirêka Kurd, bi rêya aştiyane ya demokratîk.”

Ji ber vê yekê ew ê ev mijar rojevek sereke ya hevdîtinê be.

Back to top button