Beriya çend rojan cenazeyê zaroka bi navê Înas El Casim li gundê Emroyaş ê navçeya Dirbêsiyê kuştî hat dîtin. 10`ê Hezîranê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan kujerê Înas girtiye.
Li hember vê sûcê, bertek ji aliyê gelê herêmê ve derketin pêş.
Kongra Star a herêma Başûr a Hesekê têkildarî mijarê daxuyanî da û banga darizandina kujeran di dadgeheke eşkere û zelal de kir.
Endama Rêveberiya Kongra Star Emîre El Sed daxuyanî li pêşiya qada Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Şedadê xwend. Endamên kongreyê yên navçeyên Şedad, Erîşe, Mergede û Til El Şayir tev li çalakiyê bûn.
‘Divê kujerên Înas bê cezakirin û darizandin’
Kongrayê di daxuyaniya xwe de sûcên kuştinê û tundiya li dijî jinan û zarokan şermezar kir û diyar kir ku kuştina Înas li dijî mirovahiyê ye.
Her wiha kongrayê, bang li aliyên têkildarî mafên zarokan kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, mîna van kiryarên şermûk, rawestînin û hesab ji sûcdaran biparêzin. Kujeran eşkere bikin û wan di dadgehên eşkere û zelal de darizînin.