Nûnûerê Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Libnanê re dicive

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Libnanê Abulselam Ehmed li gel Wezîrê Karê Kundir yê Libnanê Abdullah Bo Hebîb civîya û daxwaz kiriye ku komîteyeke bo çareserkirina dosya koçberan were avakirin.

Di hevpeyvînekê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê re, Abduselam Ehmed ragihand ku wî ji wezîrê Libnanî re gotiye, Rêveberiya Xweser amade ye bi serpereştiyeke navdewletî pêşwaziya koçberên Sûrî bike.

“Avakirina komîteyekê bo rewşa koçberan hat xwestin”

Lewra, daxwaza avakirina komîteyeke kordîneyê ji Libanê hatiye xwestin.

Li gor wî, Wezîrê Karê Derve yê Libnanê  ji bo Însîyatîfa Rêveberiya Xweser destxweşî lê kiriye.

Berî niha Rêveberiya Xwser piştrast kiribû ku ew amade ye koçberên Sûrî yên ku rewşa li Libnanê xerab e pêşwazî bike.

Çimkî vê dema borî, li gor rapora Human Rights Watch, polîsên Libnanê bi zorê koçberên sûrî dersînor dike û gelek ji wan radestî Hikûmeta Şamê hatine kirin.

Back to top button