Bi boneya salvegera 5. a dagirkirina Efrînê TEV-DEM û Kongra STAR daxuyanî dan û banga rizgarkirina wê kirin. Di daxuyaniyan de banga rizgarkirina Efrînê hate kirin.
5 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin.
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê ya 5’emîn Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û Kongra Star daxuyaniyên nivîskî weşadin.
Meclisa Kongra STAR jî bi heman armacê daxuyanî da.
Kongra STAR diyar kir ku armanca dagirkirina Efrînê valakirina wê jI gelên wê yê resen e da ku zêdetir xaka Kurdistanê û dewletên cîran dagrir bike.
Kongra STAR berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk bibîrxist û wiha got:
“Hemû gel li hember vê dagirkeriyê seferber bû û bi ruhê berxwedanê parastina xaka xwe kirin.
58 rojan destanên lehengî û qehremaniyê nivîsandin.
Kongra STAR dawiyê soza xwedîderketina li armancên şehîdên azadiyê da û bang li civaka netewî, Meclisa Ewlehiyê ya NY kir ku bi erkên xwe rabin û dawî li dagirkeriyê bînin.