Li peravên Peru qirêjiya petrolê gef li deryayê dixwe

Tevîna volkanîk ya li grava Tongayê li gelek welatan ziyan pêk anî. Li Perû dema veguhestina petrolê de, tanker qelibî û bi dirêjahiya 2 kîlometreyan kêleka deryayê reş bû. Tîmên hawirdorê ji bo paqijkirinê berê xwe dan herêmê. Li welat 80 bender hatin girtin û banga hişyariyê hate kirin.

Li grava Tonga di 15’ê Çileyê de teqînek mezin rûda.

Piştî teqînê li welatên nêz hişyariya tsunamiyê hate dayîn.

Li Perû tankereke petrolê bû sedema metirsiyek mezin ji zindiyên nava deryayê re.

Ev yek jî bo sedema ku bi dirêjahiya 2 kîlomtere li peravên deryayê xetek reş ya petrolê çêbibe.

Lawirên ku li nav derya û kêleka wê debara xwe dikin jî di nava petrolê de man.

Tîmên Hawirdorê yên Perûyê jî hewil didin perav ji qirêjiya petrolê paqij bikin.

Her wiha hawirdorparêz jî berê xwe dan herêmê da ku alîkariyê bikin.

Petrol di dema veguhestina ji keştiyê bû tankerê pêk dihat.

Li perû piştî teqîna volkanê 80 bender hatin girtin

Her wiha piştî teqîna volkanîk a li girava Tonga ya li rojhilatê Awistralyayê, metirsiya tsunamiyê li welatên nêz çêbû.

Ji ber vê yekê li peravên Perûyê herî kêm 80 bender hatin girtin.

Rayedaran diyar kirin ku di encama tsûnamiyê de li herêmên peravê pêlên ne asayî hatin dîtin û ragihandin ku tedbîr hatine girtin.

Enstîtuya Parastina Sivîl a Neteweyî ya Perûyê (Indeci) ragihand ku pêlên mezin dewam dikin û li herêmên bakur, başûr û navendî yên welêt 80 bender bi awayekî demkî girtî ne.

Rayedarên ku bang li kesên li ber deryayê dijîn kirin ku xwe deryayê dûr bixin bi bîr xistin ku masîgirtin, werzîş û xebatên bêhnvedanê jî hatine rawestandin.

Piştî teqîna volkana li Tongayê, ji bo DYA, Kanada û Şîlî hişyariya tsûnamiyê hat dayîn.

Rayedaran ragihandin ku di 16’ê Çileyê de li perava Lambayeque ya li bakurê welêt ji ber pêlên bilind 2 kes mirin.

Back to top button