Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat yên Başurê Kurdistanê li hev kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew bi Îranê li ser danîna çek û girtina baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê lihevkirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand ku wan bi Iraqê re li ser danîna çek û girtina baregehên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê lihevkirine.

Nasir da zanîn ku 19’ê Îlonê roja dawî ya dema ji bo danîna çekan ya wan hêzane û got;

“Bi ti awayî ew dem nayê dirêjkirin, divê Herêm û Bexda lihevkirinê bicihbînin.”

Hêjayî gotinê ye di 11’ê Tîrmeha 2023’yan de Serokerkanê Hêzên Çekdar yên Îranê Mihemed Baqirî gefa destpêkirina êrişên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir û gotibû;

“Eger Iraq sozên xwe yên têkildarî partiyên dijî Komara Îslamî ya Îranê bicih neyne, emê êrişek bihêztir û tundir li dijî van partiyane bidîn destpê kirin.”

Back to top button