Êrişên dewleta Tirk bi çalakiyan hate şermezarkirin

Bi çalakî û daxuyaniyên cuda li herêmê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Bang li gelê herêmê hate kirin ku serferber bibin û destketiyên şehîdên xwe biparêzin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bertek zêde dibin.

Gel, sazî û rêxistinên mafên mirovan yên herêmê bi daxuyaniyên cudaêriş şermezar kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got:

“Ev şerê tolhildana DAIŞ`ê ye.

Şerê dijî hewldanên têkoşîna li hember terorê ye, şerê xapandina raya giştî ya Tirkiyê ye.

Divê hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyê li hember van êrişan helwesteke zelal nîşan bidin.”

Rêveberiya Xweser di dawiyê de li dijî êrişan banga yekîtî û hevgirtinê li gelên herêmê kir.

Rêveberiya Kampa Holê jî êrişên li dijî herêmê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êriş rê li zindîkirina DAIŞ’ê vedike û jiyana bi hezaran kesî dixe xeteriyê.

Rêveberiya Kampê bang li aliyên peywendîdar kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û rê li van êrişan bigrin.

Partiyên Siyasî yên li Kobanê jî daxuyaniyek dan û gotin:

“Tirkiye dixwaze krîza xwe ya hundirîn bi rêya van êrişan derbasî herêmên me bike.

Em ê heya dawiyê li ber van êrişan rabin.”

Rêveberiya Kampa Roj a Dêrikê jî daxuyaniyek da û got:

“Armanc ji van êrişan ew e ku binesaziya herêmê têk bibe û rê li koçberiyê veke.

Lê çi dibe bila bibe em dest ji xaka xwe bernadin.”

Şaredariya Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî daxuyaniyek dan û diyar kirin armanca êrişan têkbirina destketiyên şoreşê ye.

Hat diyar kirin ew ê li dijî êrişan xaka xwe biparêzin.

Rûspiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û êriş şermezar kirin.

Rûspiyan diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên hovane dê nikaribe vîna an bişkîne û ew ê heya dawiyê destketiyên xwe biparêzin.

Back to top button