Namzetê Partiya Çepên Kesk: Emê tecrîda Îmraliyê bişkînin

Namzetê Colemêrgê yê Partiya Çepên Kesk Onûr Duşunmez anî ziman ku li Bakûrê Kurdistanê destûra bingehîn û qanûn nayê pêkanîn û got, “Em ê tecrîda li Îmraliyê teqez bişikînin.”

Namzetê Colemêrgê yê Partiya Çepên Kesk Onûr Duşunmez diyar kir ku ew li Geverê parêzeriyê dike û got,

“Li Bakûrê Kurdistanê darizandin li gorî qanûnan nayê kirin, destûra bingehîn û qanûn bi cih nayên anîn.

Lewma divê em têkoşîna hiqûqê ya li dijî vê desthialtdariyê li meclîsê bi dengekî hîn xurtir bînin ziman.

Parlament di vê mijarê de divê bibe qadeke ji têkoşîneke hîn bi bandor.”

Duşunmez ragihand ku hilbijartinên 14’ê Gulanê wê bibin hilbijartinên hilweşandina bloka faşîst.

Duşunmez anî ziman ku yek ji mijarên gelekî girîng ên divê Partiya Çepên Kesk giraniyê bide ser jî tecrîda li Îmraliye û axaftinê xwe wiha bidawî kir:

“Em ê tecrîdê teqez bişikînin. Ji ber ku em zanin tecrîd rojeva tevahiya welêt e, divê teqez ji holê bê rakirin.”

Back to top button