Encûmena ewlekariyê hişyarî li ser tevgera DAIŞ’ê da

Encûmena Ewlekariya Navdewletî hişyarî li ser zêdebûna terorê û belavbûna wê li herêmên cûda yên cîhanê da.

Encûmena Ewlekariya Navdewletî şandina çekên leşkerî ji bo çeteyên DAIŞê, Qaîde û girûpên girêdayî wê, şermezar kir.

Encûmenê, dil-giraniya xwe derbarê terorîstên ku pereyan kom dikin û vediguhêzên û mirovan ji bo fîdyeyê jî bi kar tînin, anî ziman.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo rûbirûbûna terorê, pêwîstî bi hikûmet û civakê bi giştî heye.

Bal hate kişand ser zêdebûna bikaranîna înternetê, medyaya civakî û zêdekirina bikaranîna nebaş a balafirên bêpîlot di êrişên terorîstî de.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Encûmenê di daxuyaniya xwe de behsa metersîn kampa çeteyan, di cîhanê de ne-kir.

Back to top button