Komîteya Ekolojiyê ya KCK banga parastina xwezaya Kurdistanê kir

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî xwezaya Kurdistanê û îşaret bi giringiya parastina Baxçeyên Hewselê kir.

Di daxuyaniyê Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê de bal hat kişand ser dijberiya dewleta Tirk a ji bo xwezayê û wiha hat gotin: “Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê a Tirk, polîtîkaya înkar û îmhayê weke şerê qirkirinê, bêyî pîvanên exlaqî û wijdanî dimeşîne.

Dema ku vî tiştî dike, ne tenê êrîşî hebûna civakî ya Kurd dike, her wiha xweza û nirxên wê yên çandî ku bi dîroka Kurdistanê re yekin ji holê radike û nahêle tiştekî aîdî xweza û çanda Kurdistanê bimîne.

Baxçeyên Hewselê bi hezaran salan wekî geliyê bereketê yê gelê Amedê hebû û divê hebe jî.

Heta ku baxçeyên Hewselê neyê parastin, dijberiya şer wê pêk neyê.”

Komîteya Ekolojiyê ya KCK: Dawî li Qetilama xwezaya Kurdistanê bînin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê ev bang kir: “Divê hemû tevgerên li dijî şer, hawirdor û ekolojiyê bibin yek û bi têkoşîna yekbûyî ya gelan, dawî li talankirin û qetlîama xwezaya Kurdistanê bînin.”

Back to top button