“Ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîn bê xurtkirin”

Endamên PYD′ê şaxê Helebê diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê têkoşîn were geşkirin.

Endamê PYD′ê Şukrî Mistefa li ser mijarê got:

“Rejîmên desthilatdar dibêjin qey bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dê fikrên wî jî asteng bikin.”

Mistefa tekez kir ku heta edalet ji vî gelê bindest re pêk bê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Endama PYD′ê Sûad Elî jî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û gor:

“Dê ev vîna azad a gelan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike..

Xebata me jî dê dewam bike.”

Elî Mistefa Mihemed jî ji aliyê xwe ve dibêje:

“Dewletên şovenîst û kapîtalîst komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî.

Ew hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên Rojhilata Navîn pêk bînin.”

Mihemed di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku tecrîdê bi dawî bikin.

Back to top button