Eniya Xiristiyan a Lubnanê Însiyatîfa Rêveberiya Xweser bi erênî nirxand

Eniya Xiristiyan a Lubnanê Însiyatîfa Rêveberiya Xweser ya ji bo çareskirina aloziya penaberên sûriyeyî li Lubnanê bi erênî nirxand.

Li ser heman mijarê Eniya Xiristiyan a Lubnanê daxuyaniyek da û însiyatîfa Rêveberiya Xweser ya ji bo çareskirina aloziya penaberên sûriyeyî li Lubnanê bi erênî nirxand..

Eniyê bang li dewleta Lubnanê kir ku bi awayekî cidî vê însiyatîfê binirxînin .

Deriya danûstandinan bi NY`yê re vekin.

Ji bo penaberan bê veguhestin korîdoreke ewle di navbera Lubnan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bê vekirin.

Eniyê di dewama daxwiyaniya de ev yek got:

Sekreterê giştî yê Eniya Xiristiyan ,

Serokê Partiya Yekitiya Suryan a Cîhanê Îbrahîm Murad diyar kirine ku ev gava Rêvberiya Xweser ne gava yekê ye.

Ev însiyatifeke erênî ye, divê hemû sûrî bi rûmeta xwe vegerin welatên xwe.

Yasir Silêman: Tevgerên siyasî piştgirî da Însiyatîfa Rêveberiya Xweser

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18ʹê Nîsanê însiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêş kiribû.

Însiyatîf ji 9 bendan pêk tê û teqeziyê li ser mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk û domandina têkoşîna li dijî terorê dike.

Derbarê însiyatîfê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman avixî û got:

“Hêz û aliyên demokrat û hin hêzên ku destwerdanê li aloziya Sûriyeyê dikin eleqeyeke erênî nîşanî însiyatîfê dan.

“Ji aliyê hikumeta Şamê ve heta niha tu peyam an jî bersiv negihaştiye Rêveberiya Xweser.

Lê partiyên siyasî yên sûriyeyî, kesayetên siyasî û rewşenbîran piştgirî da însiyatîfê.”

Silêman da xuyakirin ku rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya vê însiyatîfê çalakî û tevgerên xwe yên dîplomatîk ên li hundir û derve zêdetir kirine.

Back to top button