Rêveberiya Jinan a Tebqayê ji bo avakirina aboriya jinên li gundan gelek plan danîn .
Endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê û endama Navenda Lêkolînên Parastina Mafên Jinan Zehra Hemada diyar kir ku heta astekê rola jinan di qadên leşkerî, ewlehiyê, saziyên civakî de pêşketiye.
Rêveberiyê ji bo pêşketin û avakirina aboriya jinên li gundan gelek semîrner, panel pêk anîn.
Têkildarî planên ku rêveberiyê dest pê kirine, Zehra Hemada got di demên dawîn de dewreyên xwe zêdetir kirin û tê de rêveber û akademîsyen perwerde kirin.
Zehra da zanîn Rêveberiya Jinan bi rêya komîteyên perwerdeyê yên meclisên gundan û di çarçoveya qonaxa yekemîn a avakirinê de dewreyên fikrî vekirin.
Zehra diyar kir ku rêveberiya Mensûra, Cirniyê û Boasî wê xwe di nava meclisan de bi rêxistin bikin.
Her wiha Rêveberiya Jinan dewreyek bi navê Şehîd Adara Harûn bi beşdarbûna 15 endam bi dawî kir.