Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Til Temir: Pêwîste gelê herêmê xwe li hember êrişan bikin yek

Êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê roj bi li dijî navçeya Til Temirê zêde dike.
Derbarê êrişan Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena postek li ser hesabê xwe weşand.

Di encama êrişên dijwar de gelek zirar gihaştin mal û milkên sivîlên gund, li aliyekî din jî goristana şehîdên asûrî ji rûbirûyî gefên hedefgirtinê ye.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena da zanîn ku dewleta Tirk binpêkirinên xwe li dijî eniyên şer yên Til Temirê û goristanên şehîdan yên herêmê hedef digrin.

Hena diyar kir ku dewletên gerantorê peymanên agirbestê ti carî bi erka xwe ranabin weke ku ew tune ne.

“Divê şênî li dora hêzên xwe kom bibin da ku em li hember xeteriyan bibin bersiv. dê hemû şênî di nava ewle û aştiyê de bijîn.”

 

Back to top button