Ciwanên Reqayê bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku li dijî komployan serî hildin

Bi dehan ciwanên ji Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Başûrê Kurdistanê meşiyan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan êrişên kîmyewî yên dewelta Tirk a dagirker li dijî gerîla şermezar kirin.

Ciwanan êrişên PDK’ê yênli ser gelê Şengalê şermezar kir û wiha gotin,

” Îro PDK’ê dîsa ji bo berjewendiyên xwe şer û îxanetê li gelê Şengalê dikin û şerê saziyên wê û projeya Rêveberiya Xweser dikin.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan soza dan gelê Şengalê ku li dijî êrişan wê şengalê biparêzin.

Ciwanên Qamişlo hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo, rêzexwepêşandan kiryarên PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk a qirker re şermezar kirin.

xwepêşandan li taxa Enteriyê ya Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan ciwanan hat li darxistin.

Ciwanan da zanîn ku dijmin dixwaze armancên xwe bi destê PDK’ê ya hevkar û noker pêk bînin û şengalê jî dagirbikin.

Ciwanan bang li ciwanên Kurd kirin ku li dijî nokeriya PDK’ê têkoşîna xwe xurt bikin.

Back to top button