Bi pêşengiya jinan bihezaran kes li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî qetilkirina Jîna Emînî daketin qadan û bi dirûşmên, “Jin, Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” rejîma îslamî ya Îranê protestokirin.
Jîna Emînî îro li Seqizê ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmên, “Jin jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bimre dîktator” hatibû oxir kirin.
Ji ber protestoyên li bajêr hêzên rejîmê gule li xwepêşanderan barand û di encamê de birîndar çêbûn.
Piştî Seqizê li Sine jî gel bi pêşengiya jinan rabûn ser piyan.
KODAR, PJAK Û KJAR jî bi daxuyaniyan banga greva giştî li gelên Îranê û gelê Kurd kir û daxwaz kir piştgirî bidin daxwazên rewa yên jinên Îranî.
Her wiha di daxuyaniyan de hat gotin ku eger nerazîbûn neyên nîşandan wê sûcên li dijî Şilêr Resûlî û Jîna Emînî hatine kirin, dûbare bibin.
Tê payîn biryare roja dûşemê greva sertaserî li Rojhilatê Kurdistanê pêk were.