Piştî Pelosi endamekî din yê Kongresa Amerîka serdana Taywanê kir

Amerîka bi awayekî eşkere bi sinirên Çînê dileyîze. Di demekê ku navbera Amerîka û Çînê de rewş aloze, şandeyeke ji 5 endamên Kongreya Amerîka serdana Taywanê kir. Ev serdan nêzî du hefte piştî serdana Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Pelosi bo Taypiyê pêk hat. Li dijî vê yekê, Çînê jî dema tetbîqatên xwe yên leşkerî dirêj kir.

Nêzîkî du hefte piştî seredana bi nakok a Seroka Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Nancy Pelosi bo Taywanê, şandeyek 5 kesî ya Kongreya Amerîkayê ji bo serdaneke du rojî çû paytexta Taywanê Taypiyê.

Enstîtuya Amerîkî ku balyozxaneya Amerîka li Taywanê ye li ser mijarê daxuyaniyek da.

Enstîtuyê got, Şanda bi serokatiya Senator Ed Markey, ligel çar endamên Encûmena Nûnerên Amerîkî serdanek bû herêma Pasîfîkê pêk tînin.

Hat ragihandin ku ew di çarçoveya serdaneke berfireh de çûye Taywanê.

Serokatiya Taywanê jî bi daxuyaniyekê diyarkir ku wê şande bi rêveberên welat re bicive.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tetbîqatên leşkerî yên ku Çîn li derdora giravê pêk tîne hate kirin û hate gotin,

Ev serdan piştevaniyek diyar ya Amerîka bû giravê nîşand dide.

Di serokatiya şandeyê de, Markey yê serokatiya Lijneya Têkiliyên Derve ya Senatoyê li Asyaya Rojhilat, Pasîfîk û Ewlehiya Sîberî ya Navneteweyî dike.

Di daxuyaniya ji ofîsa Senatorê Markey ve hate kirin de wiha hate gotin: “Bi hevdîtina li gel serok û rêveberên gravê re, Amerîka wê piştgiriya xwe ji bo Taywanê dubare bike.”

Kurt Campbell, şêwirmendê serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden û kordînatorê pirsên Asya-Pasîfîkê li Koşka Spî, roja Îniyê gotibû,

Amerîka dixwaze bi Taywanê re têkiliyên bazirganî pêş bixe.

Her çiqasî Amerîka, Taywanê weke welatekî serbixwe nas nake û wê nasneke jî lê têkliyên xwe yên taybet pêre xurtir dike.

Çîn ya Taywanê weke parçeyek xaka welat dibîne, li dijî tevgera Amerîka bihêrs dibe.

Herî dawî tevî hemû peyamên derxistina aloziyê jî Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi 2’ê Tebaxê serdana giravê kiribû û li gel rêveberên welat civiyabû.

Bi serdanê re, navbera Waşîngton û Pekînê alozî zêde bû.

Rêveberiya Çînê jî weke bersiv, dema tetbîqata xwe ya leşkerî ya li herêmê dirêj kir.

Back to top button