Cebar Mîrza Rostemî: Gelê Kurd bi yekbûna xwe dikarin bersiva êrişan bidin

Sekreterê Partiya Netewî ya Kurdistanê Cebar Mîrza Rostemî dibêje ” Ji ber ku Kurd hêza li beramberî Tirkiyê ne, stratejiya wê tunekirina Kurdan e.”

Cebar Rostemî diyar kir Kurdistan gihiştiye wê rewşê ku Tirkiye bi balefirên xwe xelkê parçeyên din yên Kurdistanê şehîd dixe û ev got:

“Divê hemû kurd taybet jî yên başûr li dijî êrişên Tirkiyê xwedî helwest bin.”

Rostemî destnîşankir ku xala lewaz a gelê Kurd ne yekbûna wan e û dawiyê ev bang li wan kir:

“Gelê Kurd bi yekgirtina xwe dikarin bersiva Tirkiyeya dagirker bidin û li dijî êrişan divê di zûtirîn dem de kongreya netewî pêk were.”

Back to top button