Zelal Ceger: Divê tola Ferhad Şiblî were rakirin

Ednama Koordînasyona TEV-DEM’ê Zelal Ceger der barê şehadeta Ferhad Şiblî de dibêje:
“Hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê şehîdxistina Ferhda Şiblî ye. “
Zelal Ceger bang li gel kir ku ji şehadeta şehîd Ferhad hêzê bigirin, tola wî hilînin û li hember dijmin li ber xwe bidin.

Berpirsê Rêvebriya Xweser Ferhad Şiblî 17’ê Hezîranê, di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk li Silêmaniyê, şehîd bû.

Endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Zelal Ceger der barê kesayeta şehîd Ferhad, têkoşîn û awayî şehîdxistina wî de, ji ajansa Hawarê re axivî.

Zelal Ceger dibêje “Şehîd Ferhad ji bo azadiya gelê xwe bênavber têdikoşiya.”

Zelal Ceger destnîşan kir ku birîndarî jî li pêşiya şehîd Ferhad nebû pirsgirêk ku têkoşîn û xeta hevalên xwe yên şehîd temam bike.

Endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger bang li gel kir ku ji şehadeta şehîd Ferhad hêzê bigirin, tola wî hilînin û li hember dijmin li ber xwe bidin.

Back to top button