Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ferha Şibilî di bombebarana Dewleta Tirk li Silêmaniyê Şehîd bû. Şehîd Ferhad ji bo nexweşiya xwe û bi awayekî fermî li Silêmaniyê bû. Lê belê, bêyî ku deng ji Hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê derkeve, êrişî rêveberekî Rojava kir. Em ê niha li beşekî ji gotin û xebata Ferhad Dêrik a li Rojavayê Kurdistanê temaşe bikin.
Tim bi vê armancê kar dikir..
Û li her bosteke Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî jî xebitiye..
Ferhad Şibilî yan jî Ferhad Dêrik..
Ji çirûska destpêkê ya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, cihê xwe weke stûnekê di nava gel û şoreşê de girtiye..
Nexasim, devera ku dihat rizgarkirin, ji kesên destpêkê Ferhad Şibilî li wir bû..
Ji Efrînê, heta bi Minbic, Girê Spî û Reqayê..
Di her warî de, civakî, siyasî, xizmeta gel de, kar û xebat meşandine..
Ferhad Dêrik herî dawî erkê cîgirtiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser wergirtibû û sê salên dawî bi erkê xwe radibû.
Berî demekê Ferhad Şiblî ji bo nexweşiya xwe berê xwe dide Silêmaniya Başûrê Kurdistanê..
Û bi awayekî fermî derbasî wê deverê dibe..
Lê belê balfireke dron a dewleta Tirk a dagirker, erebeya wî bombebaran dike û şehîd dibe..
Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyekê şehadeta wî ragihand û eşkere kir ku ev karekî terorî ye û divê hikûmetên Iraq û Başûrê Kurdistanê erkê xwe bi cih bînin..
Ew yek ji rêveberên Rojava bû..
Wî ji nava gelê xwe weke laş bar kir, lê him deng û him jî xebata wî di nava gelî wî de zindî ne..