Pêşmergeyê YNK’ê:PDK buye bela serê Kurdistanê

Rojeva Kurdan û bi taybetî ya başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ye. Pêşmerge, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskar dibêjin êdî eşkere buye ku armanca dewleta Tirk ne PKK û gerîla ye, armanca tevahî Kurdin.
Her wiha dibêjin PDK jî bi hevkarî û xiyaneta xwe ji bo tevahiya Kurdistanê buye xeteriyeke mezin.

Li başûrê Kurdistanê hêrsa li dijî dagirkerî û hevkariya PDK’ê her diçe zêde dibe.

Pêşmergeyê YNK’ê yê berê Cemal Sezgîn ku gava pêşmerge bûye parazvanê Celal Talabanî bûye li ser êrişên dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê axivî.

Sezgîn diyar kir ku polîtîkayên PDK’ê ne ji bo berjwendiyên kurdan e û wiha got: “PDK ketibû koncalê, lê gelê Bakur ew ji koncalê derxist. Niha bûye şirîkê êrişên Tirkiyê. PDK, ku xwe nade ber kongreya neteweyî, di nava êrişan de cih digire. PDK bûye bela serê Kurdan. Malbata Barzanî bila baş zanibe ku kurd ne kurdên berê ne. Kurd dê tu carî bêbextiyê qebûl nekin.”

Kamuran Berwarî: Êdî eşkere buye armanca dewleta Tirk tevahî Kurd in

Akademîsyen û siyasetmedarê Kurd Dr. Kamuran Berwarî derbarê armanca êrişên dewleta Tirk de ji Rojnewsê re axivî.

Berwarî got; “Ger îro dewleta Tirk li hemberî gerîla bi serbikeve, wê sibe heman çekên kîmyewî li hemberî pêşmerge û hemû hêzên Başûrê Kurdistanê jî bikarbîne.

Tirkiye dixwaze ji aliyê Behdînanê ve hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

Kamûran Berwarî da zanîn gelê Kurd êdî gihiştiye wê qenaetê ku ev êrişên li ser Kurdistanê ti peywendî bi gerîla, PKK û KCK’ê re nîne, armanca sereke dagirkirina Kurdistanê ye.

Berwarî di dawiyê de diyar kir divê dewleta Tirk bizane, ewê nekaribin tevgera azadîxwaz a Kurdistanê tine bikin, çareserî li Îmraliyê ye.”

Dr.Yusif Mihemed: Bê helwestiya Iraq û herêmê a dijî êrişan Şerm e

Parlamenterê berê yê Iraqê Dr. Yusif Mihemed têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî da.

Dr. Yusif Mihemed diyar kir k bêdengî û bêhelwestiya Iraqê û desthilata başûrê Kurdistanê ya li hemberî destdirêjiya Tirkiyê şerm e û gihîştiye asta jêre pêşengiyê dikin.

Mesûd Ebilxaliq: Çarenûsa Başûrê Kurdistanê êdî di destê Tirkiyê de ye

Rojnameger û siyasetmedar Mesud Ebdulxaliq jî li ser êrişên dewleta Tirk ji Rojnews’ê re axivî.

Ebdilxaliq diyar kir dewleta Tirk dixwaze başûr dagir bike û destketiyan tune bike û wiha got,

“PDK bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê dijberiya PKK’ê dike û alîgiriya Tirkiyê dike. Armanca Tirkiyê ewe ku hemû partiyên Kurdan tine bike û piştre wan partiyên hevkariya wê dike tine bike.

Niha çarenûsa Herêma Kurdistanê ketiye destê dewleta Tirk û serweriya xwe ji dest daye.”

Koma Sadqun: Li dijî êrişên dewleta Tirk banga civînê li parlementoyê kir

Koma Sadqun ya li Parlamentoya Iraqê jî derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyek ku ji aliyê komek parlamenterên Iraqê ve hatiye îmzekirin weşand.

Komê di daxuyaniyê de bang li serokatiya Parlamentoya Iraqê kir da ku bi awayek lezgîn li ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk bicive.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Li ser dagirkeriya Tirk û binpêkirina serweriya welat, hedefgirtina welatiyên sivîl, banga civînek taybet li parlamentoyê dikin. Divê di civînê de serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî amade be.”

Back to top button