Polîsên desthilata faşîst a AKP’ê li Amedê duh bi ser gelek malên rojnamevan de girtin û hejmara rojnamevanên binçavkirî derket 21’an.
Duh Polîsên dewleta Tirk li Amedê bi ser gelek malên rojnamevanan de girtin û lêgerîn pêk anîn.
Di encamê de 21 rojnamevan hatin binçavkirin.
Di nav wan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê Serdar Altan,
Rêvebera JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtor Gulşen Koçûk,
Û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruc, hene.
Di serdegirtina malan a li Amedê de rojnamevan Mehmet Alî Ertaş jî hat destgîkirin.
Polîs hê jî li cihê ku Ertaş lê dimîne lêgerînê pêk tîne.
Ertaş 10 saetan kelemçekirî hat rawestandin û piştre birin Midûriyeta Polîsan.
Rojnamevan Lezgîn Akdenîz û Kadîr Bayram jî ku ji navçeya Çinarê dihatin navenda Amedê di rê de hatin binçavkirin.
Tê diyarkirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.