6 rojin dewleta Tirk li dijî welatiyan û binesaziya herêmê êrişan pêk tîne.
Ev êrişên rojana li pêşiya tevahî cîhanê tên kirin, lê her kes mîna her carê bêdenge.
Îro jî topbaran û bombebaran hebû.
Di êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji 5 Cotmehê heya 11’ê Cotmehê de, di nav de welatiyên sivîl 47 kes şehîd bûn û 59 jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker ji 5’ê Cotmehê ve êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî didomîne.
Di êrişan de yekser binesazî, avahiyên jiiyanî, xizmetguzarî, tenduristî mîna stasyonên kehrebe, av, enerjî, gaz û petrolê, her wiha gund û akademî hatin hedefgirtin.
Dewleta faşîst di êrişên li dijî herêmê û binesaziya wê de, bi dehan car balafirên şer û yên bê mirov bi kar anî û hîn jî didomîne.
Her weha ji herêmên dagirkirî û ji nava sînorên xwe, dagirkeriya Tirkiyê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi sedan car bi riya obusan, hawan, fuzeyan, tankan û doçkayan êriş pêk anîn.
Dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe sûcên şer dike û hêzên navnetewî jî bi bêdengiya xwe hevkariya van êrişan dikin.
Careke din balafirekên bê mirov yê Dewleta Tirk gund bombebaran kirin.
Balafireke bêrmiov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker derdora gundên Meyase û Soxanekê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir.
Dagirkeran, gundê Zirnaîtê yê Şêrewa, gundewarê Şehba û Til Rifat jî topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker doh jî gundên Girê Spî, Eyn îsa, navçên Şêrawa û Şera bi tank, obus û hawnan topbaran kir.
Di êrişên 7 rojan de 47 welatî şehîd bûn û 59 jî birîndar bûn
Di êrişên dewleta Tirk a dagirker yên di navbera 5 û 11’ê Cotmehê de, li kêleka ziyanên madî û rûxandina çavkaniyên jiyanê gelek hemwelatiyên pêkhateyên cuda yên ji herêmê şehîd û birîndar bûn.
Di encama êrişan de, di nav de zarok 47 kes şehîd bûn û zêdetirî 59 kes birîndar bûne.