Kurd vê tecrîd û pergala li Îmraliyê wek qirkirina kurdan bi nav dikin
Hat gotin ku di 12 salan de 49 caran serî li CPT’yê hatiye dayîn. Lê CPT xwe li ker û lalîtiyê daniye.
Ji Rêber Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de tê tecrîdkirin ev 29 meh in tu agahî nayê girtin.
Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin.
Herî dawî derket holê ku careke din “cezayê dîsîplînê” lê hatiye birîn.
Ev ceza di 18’ê Tîrmehê de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve, teblîxî parêzeran hat kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di 24 salên girtina li Îmraliyê ya Rêber Abdullah Ocalan de, bi dehan caran li dijî binpêkirinên dijmirovî serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa (CPT) daye.
Ev serlêdanên parêzeran ên ku piştî rêyên hiqûqa navxweyî temam bûn hatin kirin
Piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an ku qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dest pê kir, heya niha binpêkirinên li Îmraliyê veguherîne binpêkirineke pir giran.
Di 12 salan de 49 caran serî li CPT’yê hatiye dayîn
Ji sala 2011’an heya 2023’an parêzeran ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê, herî kêm 49 caran serî li CPT’yê daye.
CPT, di navbera 28-29’ê Nîsana 2016’an de çûbû Îmraliyê.
CPT, wê demê di rapora xwe ya kurt ya derbarê Îmraliyê de diyar kir, ku Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din 5 sal in hevdîtin bi parêzerên xwe re nekirine û 18 meh in jî hevdîtin bi malbatên xwe re nekirine.
Piştî 3 salan CPT’ê bi şandeyekê ku ji 6 kesan pêk dihat, di sala 2019’an de serdana Îmraliyê kir.
CPT vê carê rapora xwe ya der barê vê serdanê de piştî serdanê bi salekê daxuyand û got:
Ji sala 2016’an ve şert û mercên girtîgehê nehatine başkirin û divê “pergala li girtîgehê” bi temamî di ber çavan re bê derbaskirin.
“Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin”



