Dadgehkirina 2 rojnemevanên li Îranê hat dîtin

Rûniştina doza rojnamevanên Îranî Nîlûfer Hemedî û Elaha Mihemedî yên girtî hat dîtin. Her wiha Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Îranê zextên li hemberî jin û zarokên keç zêde bûye.

Der barê rojnamevan Nîlûfer Hemedî a ku yekem car bû ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nûçeya Jîna Emînî çêkir û Elaha Mihemedî di merasîma cenazeyê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ragihandibû doz vebû.

Rûniştina dozê di di 25-26’ê Tîrmehê de li Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê hate dîtin.

Tê payîn ku danişîna ku hat dîtin wê danişîna biryarê be.

Di doza ku yekemîn rûniştina wê di 29’ê Gulanê de hat dîtin de, rojnamevan bi îdea “hevkariya bi dezgehên îstîxbarata biyanî re û propagandaya dijî Îranê” tên darizandin.

Rojnamegeran sûcên li ser xwe red kirin û gotin, “Dilsoziya me bi gel re ye, em xwe weke dengê wan dibînim.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî 100 rojnamevan û zêdetir ji 20 hezar hemwelatiyên çalak di dema serhildanên Îran û Rojhilat de hatin girtin.

“Li Îranê zexta li ser jin û zarokên keç zêde dibe”

Li gorî rapora Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî ragihandî;

Rayedarên Îranê rêbazên zextê li hemberî jin û zarokên keç ên li dijî hicaba bi zorê derdikevin zêde kirine.

Di raporê de hat diyar kirin ku rayedarên Îranê li cihên giştî zexta li dijî jin û zarokên keç ên ku tercîh nakin serê xwe bigrin li seranserê welat zêde kirine.

Di peymanên Îranê hatiye gotin ku dema jin bê hicab bikevin ber kamerayê, wê dest daynin ser wesayîdên wan.

Her wiha hat ragihandin ku heta niha dest danîne ser 2 hezar wesayîdan, li giştî welat ji 4 hezar zêdetir kesan jî radestî darazê kirine.

Agnes Callamard diyar kir ku bi zextên li dijî hicaba bi zorê mafên jin û zarokên keç ji nedîtî ve tên û got:

Ev rewş di heman demê de li dijî rayedaran di dema serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de zexta bi dehan salan û li dijî newekheviyê cesareta li dijî derketinê nîşan da.

Dixwazin careke din hakimiyet û hêza xwe bi cih bikin.

Agnes bang kir ku divê civaka navneteweyî li hemberî vê zexta li Îranê li ser jin û zarokên keç zêde dibe bêdeng nemîne û wiha bi dawî kir:

Divê hemû hikumet zilma li Îranê ya bi hişmendiya zayendperestiyê li dijî jin û zarokên keç tê kirin bibîne.

Back to top button