KNK: Armanca dewleta Tirk guhertina demografiyê ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê qonaxa hesas a ku gelê Kurd tê re derbas dibe ku weke derfeteke jiyanî bi nav kir û ji bo xurtkirina mala Kurdî biryara xurtkirina kar û şandina şandeyan da.
KNK’ê bi bîr xist ku armanca Tirkiyê dagirkerî û guhertina demografiya herêmê ye û bang li civaka navnetewî kir ku rê li ber vê bêhiqûqî û sûcên şer bigire.

Konseya Rêveber a KNK’ê piştî kongreya 19’an yekem civîna xwe 9’ê Mijdarê li navenda KNK’ê pêk anî.

Di civînê de rewşa siyasî, bûyerên li Kurdistanê û herêmê rû didin hatin nirxandin.

Encamên civînê jî bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin.

KNK’ê dest nîşan kir ku Tirkiyê di bin navê “herêma ewle” de dixwaze qirkirina etnîkî bike, şêniyên resen yên herêmê derxîne û alîgirên xwe bi cih bike.

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi vê yekê plana guhertina demografiya herêmê dixe dewre û weha got:

Ev karê li dijî hiqûqa navnetewî wê bibe sedema nakokiyên etnîkî û wê alozî û tevlîhevîyek civakî jî bi xwe re bîne.

KNK: Divê civaka Nevneteweyî rê li ber dagirkeriya Tirkiyê bigre

KNK’ê bi bîr xist ku Tirkiyê dixwaze li hemû beşên Kurdistanê destkeftiyên Kurdan têk bibe.

KNK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrupa û Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku rê li ber vê bê hiqûqî û dagirkeriyê bigrin.

KNK: Ev pêvajo ji bo parastina destkeftiyan dîrokî ye

KNK’ê qonaxa heyî ji bo parastina destkeftiyan weke pêvajoyeke jiyanî û dîrokî pênasekir.

KNK her weha ji bo xebatên yekîtiya gelê Kurd biryar girt ku di demek nêz de şandeyek ji KNK’ê serdana Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike.

Ji aliyê din ve KNK’ê helwest û piştgiriya ku li seranserî Kurdistanê û Cîhanê ji bo berxwedana Rojava tê nîşandan jî silav kir û banga dewamkirina çalakiyan kir.

Her weha KNK’ê kampaniya boykotkirina malên Tirkî jî weke helwestek netewî û erênî bi nav kir.

Leave a Reply

Back to top button