Li Dresdenê dêran ji bo Rojava li Zengil xistin

Gelên cîhanê jî bi hewldanên cuda piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava re tînin ziman.
Li bajarê Dresden ê Almanyayê, dêrên xiristiyanan careke din ji bo piştgiriya Rojava li zingilên aştiyê xistin û dûa kirin.

Li ser daxwaza Forum a Kurdî ya Almanî doh êvarê li bajarê Dresden ê Almanyayê, cara sêyemîn dêrên xiristiyanan ji bo piştgiriya Rojava li zingilên aştiyê xistin.

Di vê çarçoveyê de nêzî hezar kes li ber dêrê kom bû ji bo Rojava dua kirin.

Keşeyê Dêrê Michael Zimmermann, diyar kir ku ev cara yekemîn e ku ewqas kes bi hev re têne dêrê.

Keşe Zimmermann paşê ji girseyê re axivî û bi awayekî tund li dijî sûcên şer û kiryarên dewleta Tirk helwest nîşan da.

Keşeyê Dêrê Michael Zimmermann diyarkir ku, li dijî sûcên Erdogan pêwîstî bi pêşxistina çalakiyan heye.

PIŞTGIRIYA BERXWEDANA RÛMETÊ
LI NORWÊCÊ PARTIYA SOR JI BO ROJAVA BANG KIR

Di heman demê de Partiya Sor a Norwêcê jî ji bo Rojava bang kir .

Serokê Şaxê Ullensaker ê Partiya Sor Arnljok Ask bang li Şaredariya Romerikeyê kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê şermezar bike.

Her wiha bang li gelê Norwêcê jî kir ku tevlî kampanya alîkariyê ya ji bo Heyva Sor a Rojava bibin.

Leave a Reply

Back to top button